Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Berê yê Îranî Xatemî Piştgîrî Dide Ruhanî


Alîgirên kandîd Ruhanî wêneyê wî bilind dikin.
Serokê berê yê Îranî Mihemed Xatemî roja Sêşemê piştgîrîya xwe jibo kandîd Hesen Ruhanî ragihand.

Ruhanî wek kandîdê reformxwaz li hilbijartina serokatî ya Îranê dihête dîtin.

Kandîdê din yê reformist, Mihemed Reza Arif roja Sêşemê vekêşana xwe li hilbijartinan ragihand, di bizavekê de jibo xurtkirina beroka reformistan.

Ruhanî, yê 64 salî, li sala 1989ê heta 2005ê sekretêrê Encûmena Bilind ya Parastina Niştîmanî bû.

Ew herwiha endamê Civata Şarezayan e (Meclisê Xibriganê Rehberî), ku civateke rêberê bilind yê Îranê destnîşan dike.

Hilbijaritna serokatî ya Îranê roja Înî, 14’ê Hezîranê birêve diçe.
XS
SM
MD
LG