Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Tirkîyê Derbazî Qada Taksîmê Bûn


Xwepêşandanên li dijî hikûmeta Tirkîyê roja Sêşemê li Stenbol û bajarên din berdewam bûn, di demekê de ku polîs derbazî Qada Taksîmê bûn.

Hêzên polîsî gaza îsotê li dijî xwepêşanderan bi kar anîn dema derbazî Taksîmê bûn, ku di wî cihî de xwepêşandan destpê kirin.

Peyamnêrê Dengê Amerîka Salih Turan roja Sêşemê li Qada Taksîmê bû û got ku hejmareke xwepêşanderan jî bombeyên molotovê avêtin polîsan. Lê, polîsên Tirk derbazî parka Gezî nebûn, li gorî peyamhinêrê Dengê Amerîka.

please wait

No media source currently available

0:00 0:43:54 0:00
Direct link

Hevdem, Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi nûnerên xwepêşanderên Meydana Taksîm a Stenbolê re kom dibe, di bizavekê de jibo bi dawî anîna protestoyan.

Cîgirê Serokwezîrî Bulent Arinç dibêje ku Serokwezîr Erdogan roja Çarşemê bi xwepêşanderan re kom dibe û gotûbêjan li ser daxwazên wan dike.
XS
SM
MD
LG