Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endama Hevgirtina Taksimê Kaplan û Xwepêşandan


Xwepêşandêr Gezi Parkiyê bedewtir dikin
Foto: Salih Turan
Xwepêşandêr Gezi Parkiyê bedewtir dikin Foto: Salih Turan
Nûnerên Hevkarîya Taksîmê dibêjin, hunermend û şandeyên ku bi Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re civîyane nûnertîya wan nake û ew ji Gezi Parkê venakişin.

Bizavkar, biryara hikûmetê ya referandûmê red dikin ku dixwaze pê rewşa Gezi Parkê dîyar bike.

Dema ku ev gotûbêj berdewam bûn, em bi xwendekar Aylin Kaplan re, ku di nav Taksim Dayanişma (Hevgirtina Taksimê ) de cîh digire, peyivîn.

Bizavkar Kaplan dibêje, ‘AKP dixwaze bi şandeyeke ku ew bixwe pêk tîne, berxwedana li vê derê bişkîne. Ew kesên bi wan re hevdîtinan dikin ne nûnerên me ne, nûnerê me gel e çimkî gel derdikeve kûçeyan.’

Bizavkar Kaplan bibîr dixe, ‘Serokwezîr Erdogan xwestîye di gelek warên jîyanê de deshilatîya xwe ferz bike. Berxwedana ku li vê parkê destpê kirîye jî di rastîyê de derbûna vê ye. Êdî gel ji serokwezîr re gotîye, "bes e tu nikarî ewqas xwe tevî azadîyên me û cihê jîyana me bikî."

Kaplan li ser jîyana nav Gezi Parkê dide zanîn, ‘li vir her tişt bi hevkarîyê tê kirin. Herkes paqijîya vê derê bihevre dike. Yên ku dibêjin li nav parkê bîna pîs tê, bila werin bibînin û piştre nirxandinan bikin.’

Aylîn Kaplan herî dawî li ser gotinên serokwezîr ku mudaxeleyê bibîr dixe û dibêje, ‘êdî sebra me nema ye’ jî destnîşan dike, jixwe jiber ku sebra wan jî nema ye ew vê çalakîya xwe berdewam dikin ku divê serokwezîr jî sebrê li wan bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:45 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG