Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hesen Ruhanî li Pêş e


Hesen Ruhanî
Hesen Ruhanî
Li gorî encamên destpêkî yên hilbijartina serokatî ya Îranî, kandîdê nermrê Hesen Ruhanî piranîya dengan bidest xistine.

Herî kêm 27 deng hatîne hejmartin û Ruhanî 14 milyon deng (51 ji sedê) bidest xistine.

Reformistên Îranê û serokê berê Mihemed Xatemî piştgîrîya xwe jibo Ruhanî ragihandibû.

Ruhanî, yê 64 salî, li sala 1989’ê heta 2005’ê sekretêrê Encûmena Bilind ya Parastina Niştîmanî bû.

Ew herwiha endamê Civata Şarezayan e (Meclisê Xibriganê Rehberî), ku civateke rêberê bilind yê Îranê destnîşan dike.
XS
SM
MD
LG