Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşanderên Tirk: Em Dest ji Parka Gezî Bernadin


Xwepêşander li parka Gezî nivistine.
Xwepêşander li parka Gezî nivistine.
Xwepêşanderên Tirk li qada Taksîmê ya Stenbolê soz didin ku ewê dagîrkirina parka Gezî berdewam bikin.

Xwepêşander herwiha dibêjin ku hikûmet giringî bi daxwazên wan nade.

Komîteya Piştevanîya Taksîmê roja Şembî ragihand ku ewê her li parka Gezî bimînin, tevî daxwazên hikûmetê ku li wê parkê derkevin.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan soz dabû ku bihêle dadgeh biryara dawî li ser guhertina parkê jibo navendeke bazirganî bistîne.

Her roja Şembî, polîsên Tirk bi dehan xwepêşander li paytexta welêt binçavkirin.
XS
SM
MD
LG