Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Amerîkî Pîrozbahî li Gelên Îranê Dike


Jay Carney
Piştî ku serkeftina Hesen Ruhanî li hilbijartina serokatî ya Îranê hate ragihandin, hikûmeta Amerîkî ragihand ku em rêzê li dengdana gelê Îranê digirîn.

Qesra Spî roja Şembî ragihand ku em pîrozbahî li gelên Îranî dikin jibo beşdarîya wan li proseya dengdanê.

Peyvdarê Qesra Spî herwiha ragihand ku em hêvîdar in ku hikûmeta Îranê rêzê li daxwazên bigire û biryarên rast bide jibo avakirina pêşerojeke baştir jibo tevaya gelên Îranê.

Jay Carney got ku Washington amade ye ku danûstandinê bi hikûmeta Îranî re bike jibo çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên diplomasî.
XS
SM
MD
LG