Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî Soza Qonaxeke Nû bo Gelê Îranê Dide


Hesen Ruhanî
Serokê hilbijartî yê Îranê dibêje ku serkeftina wî di hilbijartinê de nîşana qonaxeke nû ye jibo gelê Îranê.

Oldarê nermrê Hesen Ruhanî roja Duşemê konferansek jibo ajansên ragihandinê li dar xist, jibo cara yekemîn piştî roja Înî wek serok hate hilbijartin.

Birêz Ruhanî got ku rêbaza wî wê rêbazeke nerm û rewa be, ne rêbazeke tund.

Ruhanî herwiha soz da ku têkelîyên baş bi welatên cîhanê re ava bike.

Serokê hibijartî li roja 3’ê Tebaxê dest bi karê xwe dike.
XS
SM
MD
LG