Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civîna G8 bi Beşdarîya Serok Obama Despê Kir


Civîna sereke ya Grupa 8 li Îrlendaya Bakur destpê kir û dibe ku kirîza Sûrîyê bibe pirsa sereke ya civînê.

Serok Barack Obama li perawîza wê civînê roja Duşemê bi serokê re kom dibe jibo encamdana gotûbêjan li ser biryara Washington jibo dana çekan bo serhildayên Sûrî.

Serokê Rûsî Rûsî Vladimir Putin bi tundî li dijî biryara Washington e.

Civîna G8 li resorta Lough Erne birêve diçe bi beşdarîya rêberên Amerîka, Brîtanya, Rûsya, Fransa, Almanya, Îtalya, Kanada û Japon.
XS
SM
MD
LG