Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên Kendavê Cezayan li Dijî Hizbullah Radigihînin


Welatên Ereb yên Kendava Farsî xwe amade dikin ku cezayan li dijî komela çekdarîya Hizbullah rabigihînin.

Ev pêngava welatên bi rêberatîya Sunnîyan wek bersivek e jibo mudaxeleya çekdarên Şîe yên Hizbullah di şerê Sûrîyê de.

Encûmena Hevkarîya Kendavê ragihand ku ewê cezayan li dijî endamên Hizbullah rabigihînin, wek hilweşandina mafê mana wan li welatên Kendavê û rêkê li pêş çalakîyênn bazirganî û darayî yên wan digirin.

Erebistana Saudî, Qeter, Îmarat, Kuweyt, Behreyn û Oman endam in di Encûmena Hevkarîya Kendavê de.

Li meha bihurî, hêzên rejîma Beşar El Esed bi alîkarîya çekdarên Hizbullah bajarê Queyr yê stratejîk kontrol kir.
XS
SM
MD
LG