DÎYARBEKIR —
Cezaya pere li malbatên Roboskê hat birin. Malbatên Roboskîyê, di 12 Gulanê de, piştî ku 500 roj ji ser bûyerê derbas bû, çûn cîyê bombebaranê û zarokên xwe bibîr anîn.
Lê belê qereqol û dozgerîyê jiber ku bê qanûnî sînor derbas kirine, 3000 lîre (nêzîkê 1500 dolar) cezayê pere li wan birî.
Di bombebaranê de birayê Welî Encû û 11 pismam û pisxaletên wî hatine kuştin. Welî Encu ji Dengê Amerîka re got tevî xwîşka wî ya 11 salî, ji malbata wî ji pênc kesî re ceza hatîye birîn.
Herwiha da zanîn, heta sê rojan divê harin îfade bidin dozgerîyê. Eger neçin, bi biryara dozger wê wan bi zorê bibin îfadê.
Li dawîya sala 2011’ê, 35 qaçaxçî yên Kurd di êrîşa esmanî ya artêşa Tirkîyê de li ser sînorê navbera Tirkîye û Îraqê hatin kuştin.