Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Kesên Xwekuj Êrîşa Mizgefteke Bexdayê Dikin


Karbidestên Îraqî dibêjin, bi sedema du teqînan li mizgefteke Şîeyan li Bexdayê, herî kêm 29 kes hatin kuştin.

Di wan teqînan de herwiha 52 kesên din birîndar bûn.

Teqîn roja Sêşemê li dema nimêja nîvro li mizgefteke taxê El Qahîre qewimîn.

Êrîşberekî xwekuj li xaleke vekolînê li pêş mizgeftê xwe teqand û demeke kurt piştî hingî êrîşberekî din xwe li nav mizgeftê teqand.
XS
SM
MD
LG