Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka li Qeterê bi Talîbanê re Dicive


Talîbanê roja Sêşemê bi fermî ofîseke nû li Qeterê vekir.
Talîbanê roja Sêşemê bi fermî ofîseke nû li Qeterê vekir.
Hikûmetên Amerîkî û Afganî radigihînin ku nûnerên wan li Qeterê bi nûnerên Talîbanê re dicivin.

Li dar xistina civînan roja Sêşemê hate ragihandin, dema ku Talîbanê bi fermî ofîseke nû li Qeterê vekir. Talîbanê ragihand ku ew dixwazin kirîza Afganistanê bi rêyên sîyasî çareser bikin.

Karbidestekî mezin yê Amerîkî got ku berpirsên Amerîkî li çend rojên bihên ligel karbidestên Talîbanê kom dibin.

Hevdem, Serokê Afganî Hamdi Karzay roja Sêşemê got ku ew dê nûnerên hikûmetê bişîne Qeterê di bizavekê de jibo destpêkirina danûstandinên aştîyê bi Talîbanê re.
XS
SM
MD
LG