Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Cîhanê Tirkîyê Rexne Dikin


Berpirsa Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Mirovan bi tundî rexne li hikûmeta Tirkîyê kiriye jiber tepeserkirina wê li dijî xwepêşandinên dijî hikûmetê, û bi vê yekê tevlî Yekîtîya Ewropayê dibe di şermezarkirina bersiva polîsên Tirk de.

Lê, Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan bersiva wê da û berevanîya hêzên ewlekarîyê da û rewatîya demokratîk ya rexnegirên xwe yên Ewropî da ber lêpirsînê.

Di daxuyanîyekê de, Berpirsa Mafên Mirovan ya NY, Navî Pillay, xema xwe derbarê bersiva tund ya polîsan hember xwepêşandinên sê hefte dirêj kirine, nîşan da û banga vekolîneke zelal kir.

Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan bi tûrebûn û acizî bersiva rexnegirên xwe daye. Wî di kombûna AK Partî de roja Sêşemê got ku polîs mafekî normal heye ku gaza îsotê li hember xwenîşanderan bikar bîne.

Bersiva hikûmetê zingilê hişyarîyê ji derveyî Tirkîyê lê dide, li gorî Fadi Hakur ji enstituya Chatham House ya stratejî.

Mezintirîn revenda Tirk li cîhanê li Almanya ye. Wezîrê Derve yê Almanya Guido Westerwelle roja Duşemê reaksyona xwe hember xwepêşandinan da.

Wî got ku wî hêvî dikir hikûmeta Tirkîyê diyalog li van xwenîşanderan kiriba. Lerwa hikûmeta Almanî rexneyê li biryarên hikûmeta Tirk dike.

Parlamana Ewropî bernivîsek derbas kir ku tê de xema xwe hember bersiva polîsên Tirk nîşan da û serdaneke plankirî ya qanûndanerên Ewropî jibo Tirkîyê di vê hefteyê de betal kir.

Ji mêj ve Tirkîyê hewil dide ku tevlî Yekîtîya Ewropayê bibe, lê ev tepeserkirin dikare bibe vegereke aborî û siyasî ya mezin ji Tirkîyê re.

Hemdem, birêz Erdogan soz da ku hêza polîs bihêztir bike jibo ligel vê pirsgirêkê bide û bistîne. Hikûmeta Tirk nuha li ser qanûnekê kar dike ku astengîyan datîne pêş malperên civakî ku wan wekî sedema gurkirina xwepêşandinan dibîne.

Jibo guhdarîkirina vê raportê bi dengê Sîrwan Qiçço, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:13 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG