Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Partîyeke Sîyasî li Musilê Hate Kuştin


Bi sedema êrîşeke xwekujî, rêberê partîyeke sîyasî ya Îraqê li Musilê hate kuştin.

Li gorî karbidestên Îraqî, êrîşberekî xwekuj xwe li mala sîyasetmedar Yunis El Remmah teqand.

Di wê teqînê de sîyasetmedar û çar xizmên wî hatin kuştin.

Birêz Remmah rêberatîya lîsteke sîyasî dikir ku li hilbijartina roja Pêncşemê beşdar bû.

Hilbijartinên parêzgehan roja Pêncşemê li Musil û Anbarê birêve diçin, piştî hilbijartin li wan du parêzgehan hatin paşxistin ji ber sedemên parastinê, li gorî karbidestên Îraqî.
XS
SM
MD
LG