Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry jibo Danûstandinên Ser Sûrîyê Dihere Doha


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry îro Înê ber bi Doha dihere ku pişikdarî li kombûna wezîrên derve yên koma “Hevalên Sûrîyê” bike ku bi mebesta piştevanîyê rikeberîya Sûrî dicive.

Ev kombûna yekê ya gruba Hevalên Sûrîyê ye, piştî ku Washingtonê biryara çekkirina serhildayên Sûrî dabû.

Wezîrê Derve yê Amerîka Kerry dibêje, dîplomat hîn jî bizavê dikin ku çareserîyeke aştîyanê bibînin û destilateke veguhastinê li Sûrîyê bicîh bikin.

Di heman demê de, hêzên rikeber û yên rejîma Beşar Esed şerên giran li bakurê bajarê Helebê dikin.
XS
SM
MD
LG