Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Edward Snowden Ber bi Moskovayê Çû


Li gorî rojnameya South China Morning Post ya Çînî, Edward Snowden bajarê Hong Kong hêla û ber bi Moskovayê çû.

Snowden, yê Amerîkî, kontraktorê Ajansa Parastian Niştîmanî (NSA) bû û pêzanînên nepenî li ser karê wê ajansê eşkere kirin.

Raportên medyayê radigihînin dibe ku Snowden bireve welatên Iceland yan Ecuador.

Karbidestên Amerîkî dibêjin ku hikûmeta Washington bi fermî daxwaz li Hong Kong kiribû ku Snowden teslîmê Amerîkayê bikin.

Snowden, ku herwiha karmendê berî yê Ajansa Agahîya Navendî (CIA) bû, bi sîxurî hatîye tawanbarkirin.
XS
SM
MD
LG