Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pevçûna Navbera Artêşa Libnanê û Çekdarên Sunnî Berdewam e


Hêzên artêşa Libnanê li başûra wî welatî şerê çekdarên ser bi oldarekî sunnî yê tundrê dikin, di pevçûnekî de ku bi şerê Sûrîyê re girêdayî ye.

Artêşa Libnanî roja Duşemê bi tank û zirîpoşan şerê alîgirên Şêx Ahmed El Esîr kir li bajarê Seyda.

Li gorî malpera fermî ya artêşa Libnanê, 16 leşker di wan pevçûnan de hatîne kuştin.

El Esîr piştevanekî xurt yê serhildayên Sûrîyê ye, ku piranîy wan Sunnî ne.

Hikûmeta Libnanê jî di bin kontrola komela çekdarîya Hizbullah ya Şîe û hevalbendên wê de ye. Çekdarên Hizbullah li Sûrîyê berevanî li hikûmeta Beşar El Esed dikin.
XS
SM
MD
LG