Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîr Kerry li Erebistanê Behsa Sekinandina Şerê Sûrîyê Dike


Birêz Kerry û wezîrê derve yê Erebistanê Mîr Saud El Feysel li Ciddeh, 25'ê Hezîranê, 2013.
Birêz Kerry û wezîrê derve yê Erebistanê Mîr Saud El Feysel li Ciddeh, 25'ê Hezîranê, 2013.
Wezîrê Derve yê Amerîkî li Erebistana Saudî ye jibo encamdana gotûbêjan li ser sekinandina tundûtûjîyan li Sûrîyê û proseya aştî ya navbera Îsraîl û Felestînîyan.

Birêz Kerry roja Sêşemê gihişte Erebistanê piştî serdaneke du rojî bo Hindistanê.

Serdana Wezîrê Derve bo bajarê Ciddeh beşek e li gerîyana wî ya diplomatîk bo Asya û Rojhilata Navîn, ku du heftîyan berdewam dibe.

Erebistana Saudî, welatê herî mezinê Sunnîyan, piştgîrî dide opozisyon û serhildayên Sûrîyê.

Serhildayên Sunnî li Sûrîyê şerê hêzên ser bi Beşar El Esed yê Şîe dikin.
XS
SM
MD
LG