Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aqilmend Çarşemê Raporta Xwe Teslîmî Erdogan Dikin


Komisyonên Mirovên Aqilmend encama xebatên xwe yên du mehî dê roja Çareşmê bi raporek radestê Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan bikin.

Endamê Komîsyona Başur Rojhelata Tirkîyê Mehmet Emîn Ekmen ji Dengê Amerîka re destnîşan kir rapora wan ji çar beşan pêk tê. Birêz Ekmen got Paşxana Pirsgirêka Kurd û dîroka wê; çavderîyên wan yên civakî û sîyasî yên di derbarê herêmê de; herwiha dexwazên gel û pêşnîyarên komîsyonê beşên beşên raporê ne.
Mehmet Emin Ekmen da zanîn gelê herêmê herî zede dixwaze ku dewlet rûqalê kirinên xwe yên ku li hemberê Kurdan pêk anîye, bibe û mafê perwerdehîya bi zimanê zikmak jî dexwazeke mezin e.

Birêz Ekmen destnîşan kir buyerên Parka Gezî’yê pengava çareserîyê mehek bi derengî xistîye û berdewamîyê de got "Buyerên Gezîyê li ser hesasîyeta parastina hawirdorê û hişmendîya bajarîbunê derket holê. Ev nîyetên dilpak bûn. Lê mixabin hin rex û dewletan xwestin bere bûyerên Geziyê li gorî berjewendîyên xwe ba bixin û niyetên pak yên destpêkê li gorî berjewendîyên xwe yên sîyasî veguherînin."

Hêjayî gotinê ye ku nivîskar Murat Belge, yek ji endamê komisyona Aqilmendên Herêma Başur Rojhelata Tirkiyê bû û îro ragihand ku jiber helwest û daxuyanîyên serokwezîr yên li hemberê bûyerên Parka Gezîyê, ji wezîfeya xwe ya komîsyonê îstifa kirîye. Mehmet Emin Ekmen di derbarê vê îstifayê de got " Pirsgirêkek 100 salî heye ku di encamê de 40 hezar mirov hatine kuştin. Ez bûma min îstîfa nedikir. Ez çawa dikarim vê pengavê jibo Gezîyê ji çav derxim û fedayê Gezîyê bikim? Lê ev biryara Mamoste Murad e û naxwazim cenabê wî bi daxuyanîyên xwe acis bikim û wî biêşînim."

Ji alîyê dinê ve Hevserokê Partîya Aşitî û Demokrasîyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş û Parlamentera BDP'ê ya İdirê Pervîn Buldan roja Sêşemê çûn îmralîyê û bi Rêberê PKK Abdullah Ocalan re kom bûn.

BDP bi daxuyanîyek nivîskî naveroka hevdîtinê belav kir. Li gorî daxûyanîyê, Abdulah Ocalan destnîşan kirîye li gorî wan pengava çareserîyê dewam dike û derbasê heyama duyemîn a pengavê bûne.

Daxûyanî weha dewam dike “Ez dixwazim hemû heyamên pêvajoyê bi zelalî were birêvebirin. Ev meseleyek 100 salî ye û divê dewlet li gorî rastîyên vê pirsgirêkê cidî tevbigere. Digel hîn hêzên ku naxwazin pengava çareserîyê biser bikeve jî ez bi biryar im û xwedîyê bawerîyê me ku dê ev pêvajo bi ser bikeve." Di dewamîya raporê de tê gotin Abdullah Ocalan jibo selametîya vê pengavê û heyama nû pêşnîyarên xwe bi nivîskî ji rayedarên dewletê re regihandîye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:58 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG