Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq di Bin Bandora Benda 7 de Nema


Civata Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî
Civata Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî
Civata Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî bi yekdengî biryar da ku jimareke pîvanên ser Îraqê sistir bike ku di sala 1991’ê de hatibû danan, berî ku Îraqê Kuweyt dagir bike.

Biryara Neteweyên Yekbûyî wek nîşana baştirbûna peywendîyên her di alîyan tê dîtin.

Ceza û toleyên aborî hatibû danan, piştî ku hêzên Saddam Huseyîn Kuweyt dagir kiribû û hêzên navnetewî ya bi pêşengîya Amerîka Îraqî ji Kuweytê derxistibûn.

Biraya Neteweyên Yekbûyî bang li hikûmeta Îraqê dike ku li Kuweytîyên hinda bigere û mal û mulkên talankirî vegerîne.

Îraq ji mêjve daxwaz ji Civata Ewlehîyê dikir ku hemî cezayên ser wê rake û pêşnîyarên berê yên girêdayî rejîma Saddam Huseyîn pûç bike.
XS
SM
MD
LG