Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry Jibo Vejandina Pêvajoya Aştîya li Rojhilata Navîn e


Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry ligel Serokê Filîstînê Mahmud Abbas danûstandin kirin, jibo vejandina pirsa aştîya Rojhilata Navîn.

Birêz Kerry îro Înî li Amman a paytexta Urdunê ligel birêz Abbas kom bû. Kerry li ber e, jibo hevdîtinan ligel Serekwezîrê Îsraîlê Benjamin vegere Orşelîmê, di hewleke jibo gihandina her du alîyan bo ser meseya danûstandinan de.

Birêz Natanyahu roja Pênçşemê di kombûna xwe ya ligel Kerry de. li Orşelîm got, welatê wî xemên ewlehîyê nade layekî.

Birêz Kerry hatin-çûna navbera Amman û Qudsê da dike bi hêvîya vejandina pêvajoya aştîya Rojhilata Navîn ku çend sal e ragirtî ye.
XS
SM
MD
LG