Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Çend Peqînan de 45 Kes li Îraqê Hatin Kuştin


Li Îraqê Karbidest dibêjin, jimara kuştîyan di çend peqînên şeva din ya de ku çayxaneyekê kiribûn armanc giheşt 45 kuştîyan.

Îro Înî polîs û karbidestên saxlemîyê got, 20 kuştî û 40 birîndar qûrbanîyên peqîneke şeva din bûn di çayxanekê de li devera (Xan Lu’lu’a) li bakurê Baqube.

Her şeva din, li çayxanekê bajarokê (Ceble yê) piranîya Şîayan li başûrê Bexdayê, peqîna bombekê 16 kes kuştin û dehan kesên din jî birîndar bûn.

Di peqîneke din ya li çayxaneka rendeka Ezamîye Bexdayê, 5 kes mirin û 27 kesên din jî birîndar bûn.

Peqîneka bi heman şêwe li rendeka Mealif li başura Bexdayê 4 kes kuştin 14 birîndar kirin.

Hat ragihandin ku piranîya qurbanîyan li wan çayxana kombibûn bo temaşakirina yarîyên futbolê.
XS
SM
MD
LG