Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Nîgeran e Hemberî Rewşa Misirê


Serok Barack Obama dibêje ku hikûmeta Amerîkî nîgeran e hemberî xwepêşandan û alozîya sîyasî li Misirê.

Di gotarekê de li Afrîkaya Başûr, Serok got ku karê sereke yê hikûmeta wî ew e ku piştrast bike ku balyozxaneya Amerîkî li Qahîre û konsulxaneyên Amerîkî li Misirê parastî ne.

Serok Obama herwiha got ku Amerîka piştgîrîya azadîya gotin û azadîya xwepêşandanan li Misirê dike.

Bi dehan hezar alîgir û dijberên serokê Îslamî yê Misirî Mihemed Mursî xwepêşandanê dikin.

Di tundûtûjîyan de welatîyekî Amerîkî hate kuştin.
XS
SM
MD
LG