Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fener Elî: PYD'ê Hêzên Rejîmê û Çete Anîbûn Amûdê


Li gorî çalakvanên xwecihî li Amûdê, aramîyeke rêjeyî vegerîya ye bajarê Amûdê, piştî bûyerên êvara Înîyê ku di encama wê de şeş kesên sivîl hatin kuştin, bi dehan birîndar bûn û bêtirî 100 kesî hatin girtin. Lê belê di heman demê de hîn girjî li nav bajêr heye û çavdêr dibêjin, dibe rewş careke din xirab bibe.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîkayê, birêz Fener Elî, endamê Yekîtîya Hevrêzên Xortên Kurd li Sûrîyê, dibêje ku Partîya Yekîtîya Demokrat hêzên rejîma Esed ji Hesekê anîn Amûdê da ku şerê xwepêşanderan bike û çalakvanan bigire.

Birêz Elî ku li bajarê Amûdê dimîne, herwiha got ku xwepêşandana roja Pêncşemê aştîyane bû, lê belê çekdarên PYDê tundûtûjî li hember wê bikar anîn.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:35 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG