Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşander Daxwaza Îstîfaya Serokê Misirê Dikin


Xwepêşandana li dijî Serokê Misirî Mihemed Mursî li qada Tehrîr, Yekşem 30'ê meha 6, 2013.
Hejmareke mezin ya xwepêşanderan li Qahîre kom dibin û daxwaz ji Serokê Misirî Mihemed Mursî dikin ku dest ji posta xwe berde.

Rêkxerên protestoya roja Yekşemê dibêjin herî kêm 22 milyon kesan daxwaznameyek îmze kirine ku Mursî yê Îslamî dest ji serokatî berde.

Xwepêşandanên mezin li Misirê dihêne kirin li yekemîn salvegera destbikarbûna Mursî wek serokê hilbijartî yê Misirê.

Di tundûtûjîyên navbera alîgir û neyarên Mursî de li heftîya bihurî bi kêmî ve heft kes hatin kuştin, ku yek ji wan welatîyekî Amerîkî bû.

Serok Barack Obama roja Şembî got ku hikûmeta Amerîkî nîgeran e hemberî alozîya sîyasî li Misirê.
XS
SM
MD
LG