Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Girtina Welatîyên Slovakî Piştrast Dike


Îranê girtina heft welatîyên Slovakî piştrast kir û got ku wan qanûnên Îranê şikandine.

Berdevkê wezareta derve ya Îranê Abbas Araqçî roja Yekşemê ji ajansên ragihandinê re got ku hemwelatîyên Slovakî wekî turîst û geştyar derbasî Îranê bibûn, lê karên nebaş kirin û qanûnên Îranî binpê kirin.

Araqçî got ku ev doz li jêr vekolînên dadwerî ne û dê paşê were rakirin jibo dadgehê. Wî got, diplomatên Slovakî dikarin serdana kesên girtî bikin.

Heta nuha hikûmeta Îranê nasnameya girtîyan eşkere nekiriye û ti hurgilî derbarê cih û dema girtinê pêşkêş nekirine.

Lê serekê komîteya ewlekarîya niştimanî û siyaseta derve li parlamana Îranî Aladîn Borûjerdî ragihand ku ev kesên Slovakî sîxor in û hatine Îranê da ku wêneyên cihên qedexekirî bigirin.
XS
SM
MD
LG