Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Misirê Moleta Dawî Dide Mursî û Opozisyonê


Artêşa Misirê ragihand ku gerek Serok Mihemed Mursî û rêberên opozisyonê li demê 48 demjimêran nakokîyên xwe çareser bikin.

Wezîrê Berevanî General Abdil Fettah El Sîsî roja Duşemê moleta dawî da herdu alîyan, piştî çend rojên xwepêşandanên mezin û alozîyan.

Bi sedema tundûtûjîyan, herî kêm 16 kes li seranserê welatî hatin kuştin.

El Sîsî dibêje, eger siyasetmedar neşên li hev bikin, artêş wê nexşeya xwe eşkere bike jibo pêşeroja Misirê.

Rêberên opozisyonê dibêjin ku gerek Mihemed Mursî heta demjimêr 5’ê êvarî ya roja Sêşeme dest ji posta xwe berde.
XS
SM
MD
LG