Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Derve yên Amerîka û Tikîyê Dicivin


John Kerry û Ahmet Davutoglu li Bruney, Sêşem, 2'ê meha 7, 2013.
John Kerry û Ahmet Davutoglu li Bruney, Sêşem, 2'ê meha 7, 2013.
Wezîrê Derve yê Ameîrkî John Kerry bi Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu re civîya.

Birêz Kerry roja Sêşemê li perawêza civîneke taybet bi welatên başûra rojhilata Asyayê li Bruney ligel birêz Davutoglu kom bû.

Di wê kombûnê de herdu rêberan behsa bihêzkirina opozisyona Sûrîyê û zêdekirina alîkarîyan bo xelkê sivîl li Sûrîyê kirin.

Wezîrên Derve herwiha nîgeranîya xwe ragihand hemberî êrîşên li dijî xelkê sivîl û mudaxeleya berdewama komela çekdarîya Hizbullah ya Libnanî li Sûrîyê.

Hizbullah ya Şîe li Sûrîyê berevanî li rejîma Beşar El Esed dike.
XS
SM
MD
LG