Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama “Gelek Nîgeran e” Hemberî Tundûtûjîya Misirê


Serok Barack Obama.
Serok Barack Obama.
Serok Barack Obama daxwaz li Serokê Misirê Mihemed Mursî kir ku bersiva daxwazên xwepêşanderên opozisyonê bide.

Hikûmeta Amerîkî raighand ku Serok Obama di peywendîyeke telefonî de ligel birêz Mursî nîgeranîya xwe hemberî alozîyên Misirê dîyar kir.

Serok Obama got ku ew gelek nîgeran e hemberî tundûtûjîyan, bi taybet êrîşa li ser namûsa jinan.

Ev çend roj in protestoyên mezin li Misirê dihêne kirin û gelek ji xwepêşanderan daxwaz li Mursî dikin ku dest ji serokatîyê berde.

Artêşa Misirê roja Duşemê ragihand ku gerek Serok Mihemed Mursî û rêberên opozisyonê li demê 48 demjimêran nakokîyên xwe çareser bikin.

Wezîrê Berevanî General Abdil Fettah El Sîsî moleta dawî da herdu alîyan, piştî çend rojên xwepêşandanên mezin û alozîyan.

El Sîsî got, eger siyasetmedar neşên li hev bikin, artêş wê nexşeya xwe eşkere bike jibo pêşeroja Misirê.

Bi sedema tundûtûjîyan, herî kêm 16 kes li seranserê welatî hatin kuştin.
XS
SM
MD
LG