Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Dehan Kes li Îraqê Hatin Kuştin


Bi sedema zincîreke teqîn û êrîşan, bi kêmî ve 54 kes li Îraqê hatin kuştin.

Piranîya teqîn û êrîşên roja Sêşemê li deverên piranî Şîe çêbûn.

Teqîna herî mezin li devera El Şaab bû. Du otomobîl li bazareke wê deverê hatine teqandin û bi kêmî ve 9 kes hatin kuştin. Di wan teqînan de herwiha 24 kesên din birîndar bûn.

Her ji Nîsana 2013’ê vir ve, astê tundûtûjîyan li Îraqê gelek zêde bû, piştî hêzên parastinê li bajarê Hewîce êrîşa kampeke xwepêşanderên Sunnî kirin.

Her ji destpêka Nîsanê heta niha, bi kêmî ve 2,000 kes li Îraqê hatîne kuştin.
XS
SM
MD
LG