Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danîmarka Biryara Girtina Televîzyonên Kurdî Dide


Dadgeheke Danîmarkî cezayeke giran li kompanya televîzyona Kurdî birî û û biryara girtina sê kanalên wê kompanyê da.

Li gor biraya dadgehê, 5 mîlyon kroon anku 874.000 dolarên Amerîkî ceza pere li kompanya Mesopotamia Broadcasting hate birîn.

Laysinsa weşanê ya sê kanalên Kurdî, Roj TV, Nûçe TV û MMC TV bi vê birryarê hatine pûç kirin.

Dadgeha Danîmarkî biryara xwe da bi sedema ew televîzyona propoganda PKK'ê dikin ki li gor qanûnên wî welatî rêxistineke terorîst tê qebûl kirin.

Balyozê Tirkîyî li Kopenhag Berkî Dîbek çabûna xwe bi biraya dadgehê dîyar kir.
Rêvebirê ROj TV Îmdat Yilmaz jî got, desteya rêvebir ya kanalê dê bicive û biryarê bide ku çi bê kirin.
XS
SM
MD
LG