Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Seyda: Piştî Bûyerên Amûdê Nêrîna Xelkê li ser PYD’ê Pir Guherî


Dr. Ebdulbasit Seyda
Endamê Desteya Rêvebirîya Hevalbendîya Opozîsyona Sûrîyê Dr. Ebdulbasit Seyda, civînên Stenbolê yên opozîsyona Sûrîyê ku roja Pêncşemê destpê kirin û rûdanên hefteya borî li Amûdê qewimîn ji Dengê Amerîka re nirxandin.

Birêz Seyda got, li civînên opozîsyonê gotûbêj û nirxandin li ser 4 babetên sereke têne kirin ku jiber vexwendina fermî ne gihîştiye opozîsyonê, hîna ne diyar e beşdarî civîna Cenevreyê dibe yan na.

Wî, li ser nûnertîya Kurdan li Cenevreyê jî ragihand ku ne li nav opozîsyonê ne jî li nav Kurdan hîna ev babet zelal nebûye.

Dr. Ebdulbasit Seyda, li ser bûyerên Amûdê dîyar kir, ew ketine nav gelek hewildanan daku ev bûyer negihîjin asta birakujîyê.

Birêz Seyda da zanîn, ‘Bêyî ti pirsekê gule bi ser xwepêşanderên bê çek de hatine reşandin, bi ser de jî nehiştine brîndaran jibo dermankirinê bibin Qamişlo. Ev jî di dîroka Kurdan de tiştekî nebûyî ye ku encex rejîma Sûrîyê kare vê bike.’

Wî got, sedema ku têkilî bi Serokê PYD’ê Salih Muslum re danîye jî berîya pirs mezintir bibe serbestkirina wan 3 kesên alîkarîya mirovî dikirin bû.

Dr. Seyda destnîşan kir, ‘Çawa ku nêrîna derbarê Hizbûlahê li Sûrîyê hatibe guhertin, piştî bûyerên Amûdê nêrîna xelkê li ser PYD’ê jî pir hatiye guhertin.’

Wî herî dawî bal kişand ser rewşa ne asayî ya deverê û got, ‘Divê em berjewendiyên miletê xwe deynin ser hemû tiştan.
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:18 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG