Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Teqînekê de Du Leşker li Yemenê Hatin Kuştin


Karbidestekî ewlekarîyê li Yemenê dibêje ku teqîna bombeyekê li paytexta welêt Sena'a bû egera kuştina du leşkeran bi kêmanî.

Karbidest got ku teqînê trimbêlek dikir armanc. Bi kêmî du leşkerên din di êrîşê de birîndar bûn.

Heta nuha ti kesî berpirsîya êrîşê nexistîye stûyê xwe. Hikûmeta Yemenî vê dawîyê ketîye nav şerekî ligel çekdarên Îslamî û rastî pêleke êrîşan ji alîyê mîlîtanên el Qayîde hatîye ku kesayetîyên ewlekarîyê dikin armanc.

Hikûmeta Amerîkî şaxê el Qayîde li Yemenê wekî xetertirîn şaxên toreya terorîst dide zanîn.
XS
SM
MD
LG