Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şîretvanekî NY Serdana Koreya Bakur Dike


Şîretvanekî taybet yê Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki Moon roja Şemîyê gihişte Koreya Bakur jibo belavkirina werzîşê li nav jin û kesên kêmendam.

Wilfried Lemke, şîretvanê taybet yê Ban ki Moon jibo werzîş bo pêşketin û aştîyê, geşteke çar roj bo Koreya Bakur dike di yekê de ji serdanên herî payebilind yên NY bo wî welatî di dora su salan de.

Serdan di demekê de tê ku sizayên NY li ser welatê hejar jiber taqîkirina nepen ya navokî.

Birêz Lemke got ku armanca ew bû bizane ka çawa werzîş li Koreya Bakur bipêş de dikevin.

Lemke Koreya Başûr û ya Bakur dehif dane ku werzîşê bikin alavek jibo destpêkirina dîyalog û gotûbêjan di navbera herdu welatên cîran de.

Hêjayî gotinê ye ku rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un werzîş kiriye armanceke xwe ya sereke ji dema ku di dawîya sala 2011’ê de hate ser desthilatê.
XS
SM
MD
LG