Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Radyoya Arta FM ji Amûdê Dest bi Weşana Xwe Dike


Arta FM logo
Arta FM logo
Karmendên radyoya Arta FM bi fermî weşana dezgeha xwe roja Şemîyê, 6'ê Tîrmehê, ragihandin.

Di rêwresmeke fermî de, Arta FM ji navenda xwe li bajarê Amûdê weşana xwe bi zimanê Kurdî destpê kir. Ji bilî Kurdî, Arta FM dê bi zimanên Erebî û Siryanî jî weşanê bike.

Li gorî berpirsên radyoyê, naveroka weşanê bi her sê zimanan dê di warê civakî û çandî de be.

Di vê derbarê de, Sîrwan Hecî Berko, dameznêrekî radyoyê ji Dengê Amerîka re dibêje ku mebesta wan ji vekirian vê dezgeha ragihandinê ew e ku têgehên mafên mirovan, mafên jinan û demokrasî di nav civakê de were çespandin.

Hêjayî gotinê ye, Arta FM projeyeke ji projeyên Navenda Sûrî ya Peywendî û Hevkarîyê li Herêmên Kurd.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna ligel Sîrwan H. Berko, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:55 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG