Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Protestoyeke Qada Taksîmê Rastî Tundûtûjîya Polîsên Tirk Tê


Polîsên Tirk av û gaza îsot li dijî bi hezaran xwenîşanderên Qada Taksîmê bikar anîn.

Xwenîşander roja Şemîyê li qadê civîyan, tevî hişyarîya fermî ya hikûmetê ku nêzîkî wir nebin.

Amadekarên protestoyê gotin ku wan plan dikirin meşekê heta parkekê lidar bixin ku ji alîyê polîs ve hatîye dorpêçkirin.

Qada Taksîmê bûye navenda pevçûn û xwepêşandinên dijî hikûmetê ji Gulanê de, dema ku polîs bi zorê prtotestoyek li dijî plana hikûmetê jibo veguhertina parkekê bo navendeke bazirganî rawestand. Bi kêmanî sê kesên sivîl û polîsek di pevçûnan de hatine kuştin û gelekên din birîndar bûne.

Xwenîşanderan turebûna xwe bêtir li hember Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan derxistine, yê ku gotîye ew eger pêwîst bû, ewê artêşê bikar bîne jibo xwepêşandinan rawestîne.
XS
SM
MD
LG