Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hîndistanê Otelek Hilweşî, Kuştî û Birîndar Hene


Polîsên Hîndistanî dibêjin, di encama hilweşîna oteleke du qatî de, herî kêm 6 kes îro sibe li herema Andhra Pradesh ya Hîndistanê mirin, 11 kesên din jî birîndar bûn.

Bûyer li bajarê Secunderabad ya kelêka paytaxta herêmê Hayderabad qewimî.
Ajansa Press Trust ya radigihîne, polîs ditirsin ku hîn gelek kes di bin kavilan de hebin.

Karbidest dîyar dikin ku bizavên rizgarkirinê hîn jî didomin.

Vekolêr xebatên xwe dikin ku sedema hilweşîna avahîyê bizanin. Lê, rêvebirekî polîsan ragihand ku li deverê jimareke xanîyên pir kevn hebûn û xwedîyên wan jiber rewşa wan xanîyan hatibûn hişyar kirin.

Heta niha dêyar nebû, ka ew otel jî di nav wan xanîyên kevn dabû yan ne.
XS
SM
MD
LG