Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biratîya Misilman Pêşnîyara Serokê Demkî Red Dike


Biratîya Misilman dibêje, ew piştgirî nade plana serokê demkî ku dixwaze qanûna bingehîn biguherîne û hilbijartinên nû li Misirê bike.

Rêberê girîng yê Biratîya Misilman Essam el-Erian îro Sêşemê di rûpela xwe ya Faceookê de daxuyanîyek weşand ku tê de pêşnîyara Adly Mansur red kir.

El-Erian serokê demkî Mansur tawanbar kir ku xwe xistîye şûna parlemanê û qanûnan derdixe.

Bersîvdana Biratîya Misilman di vê demê de tê ku bi hezaran endamên wê li paytaxt Qahîrê, li Meydana Rabaa al-Adawiya kom bûne û daxwaza vegera Serokê gêrkirî Mihemed Mursi dikin.
XS
SM
MD
LG