Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Serhildayên Sûrî Çekên Kîmyayî Bikar Anîne


Balyozê Rûsya li Neteweyên Yekbûyî Vitaly Churkin
Balyozê Rûsya li Neteweyên Yekbûyî Vitaly Churkin
Balyozê Rûsya li Neteweyên Yekbûyî dibêje, wî belgeyeke 80 rûpel daye Sekretêrê Giştî yê NY ku diyar dike serhildayên Sûrî çekên kîmyawî li bajarokekî bakurê welêt meha Adarê bikar anîne.

Di Adara borî de, hikûmeta Sûrî ji NY daxwaz kir ku vekolîna îdîayên wê bike ku serhildayan çekên kîmyawî li bajarokê Xan Asal li parêzgeha Helebê bikar anîne.

Piştî wê yekê, Fransa û Brîtanya jî îdîa kirin ku hikûmeta Sûrî bi kêmanî sê caran çekên kîmyawî bikar anîye.

Berpirsê NY misyoneke dîtina rastîyan ava kir, lê hikûmeta Sûrî rê nedayê ku derbasî welêt bibe, jiber ku hikûmet dixwaze tenê bûyera Xan Asal were vekolînkirin.

Roja Sêşemê, Balyozê Rûsya li NY Vitaly Churkin gote rojnamevanan ku pisporên Rûs nimûne ji cihê bûyerê li Xan Asal wergirtine û birine ezmûngehên xwe li Rûsyayê.

Sarin gazeke bihêze ku di çekên kîmyawî de tê bikar anîn.

Balyoz Vitaly Churkin got ku wî 80 rûpel ji wêne, formule û grafîk daye sekreterê NY Ban Ki moon ku piştgirîya şiroveyên Rûsan dikin. Wî got, ewê heman agahîyan bişîne ji hevtayên xwe yên Rojavayî re jî.

Brîtanya, Fransa û Amerîka di mehên vê dawîyê de dibêjin ku wan ti belge tune ne ku serhildayên Sûrî çekên kîmyawî bikar anîne.

Jibo guhdarîkrina vê raportê bi dengê Sîrwan Qiçço, ji kerema xwe lînka li jêr klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:16 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG