Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wê Hemû Çayxaneyên Kerkukê Werin Girtin


Desthilatdar li bajarê Kerkukê ferman dane ku hemû çayxane werin girtin, rojekê piştî êrîşeke xwekuj 39 kuştî li dû xwe hişt. Êrîşberek şeva Înî xwe li çayxaneyekê wî bajarî teqand.

Berpirsê Polîs General Cemal Tahir roja Şemîyê got ku hêzên wî nikarin bi dehan çayxaneyên seranserî bajarê Kerkûkê biparêzin. Bajarê Kerkûkê 290 kîlomteran li bakurê Bexdayê dikeve.

Birêz Tahir dibêje, wî biryar nedaye kengî çayxane dikarin careke din werin vekirin.

Ji destpêka Nîsanê vir ve, bêtirî 2600 kes li Îraqê hatine kuştin. Ev yek tirsa derketina şerekî navxweyî careke din tîne holê.
XS
SM
MD
LG