Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandana Alîgirên Mursî Berdewam e


Alîgirên Serokê berê yê Misirê Mihemed Mursî protestoya xwe li qada Rabîye El Adawîye li Qahîre berdewam dikin.

Her ji dema hilweşandina serokatîya Mursî vir ve, tevgera Îxwan El Muslimîn di wê qadê de xwepêşandanan dike.

Roja Înî jî bi dehan hezar piştevanên Mursî xwepêşandaneke mezin li şeqamên paytexta Misirê kirin û daxwaza vegerandina desthilata Mursî kirin.

Artêşa Misirê di destpêka vê mehê de desthilata serokê hilbijartî û Îslamî yê Misirê hilweşand.
XS
SM
MD
LG