Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestek û Pênc Kesên Din li Musilê Hatin Kuştin


Bi sedema hejmareke êrîşan li bakura Îraqê bi kêmî ve şeş kes hatin kuştin, li gorî karbidestên Îraqî.

Demekê zû roja Yekşemê, çekdaran êrîşa xaleke vekolînê kir li bajarê Musilê û du leşker kuştin.

Herwiha bi sedema teqîna bombekê li nêzîkî Musilê, endamekî encûmena şaredarîyê û kurê wî hatin kuştin.

Çekdaran herwiha êrîşa xaleke din ya vekolînê kir li başûra Musilê û du polîs kuştin.

Tundûtûjî li Îraqê di meha pîorza Remezanê de zêde bûye.
XS
SM
MD
LG