Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El Beradeyî Bû Cîgirê Serokê Misirê


Rêberê reformxwaz yê Misirî Mihemed El Beradeyî wekî cîgirî serokê demkî yê welat sond xwar.

Birêz El Beradeyî roja Yekşemê sond ji alîyê Serokê demkî Edlî Mensûr ve xwar, li dema ku rêbertîya nû ya Misirê hewil dide veguhestinekê bike piştî hilanîna Serok Mihemed Morsî berî du hefteyan ji alîyê artêşê ve.

Cîgirê Serokê demkî yê nû diplomatekî berê ye û herwiha xelatwergirê Nobelê ye.

Birêz El Beradeyî rêbertîya hevpeymanîya lîberal ya opozisyonê dikir ku ligel Wezîrê Berevanîyê General Ebdulfetah el Sîsî jibo hilanîna Serokê berê Mihemed Mursî rawestî.

Bi hezaran ji piştgirên Mursî hîn xwepêşandinan dikin li dijî rahiştina wî ji desthilatê û plana veguhestinê ku artêş piştgirîya wê dike.
XS
SM
MD
LG