Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mbekî: Mandela wê ji Nexweşxanê Were Derxistin


Nelson Mandela.
Serokê berê yê Afrîkaya Başûr dibêje, ew çaverê dike ku Nelson Mandela di demekê nêzîk de ji nexweşxanê were derxistin û bihête şandin bo malê.

Rojnameya Eyewitness News li Afrîkaya Başûr roja Yekşemê ragihand ku serokê berê Thabo Mbekî pêşbînî dike ku Mandela dê nêzîk were rakirin jibo malê.

Ev bêtirî pênc mehan e ku Nelson Mandela jiber kulbûna sîngê di nexweşxaneyê de tê dermankirin. Dost û hevalên ku serdana wî dikin dibêjin, Mandela li ser hewakirina mekanîkî dijî.

Mandela wekî qehremanê dijî rejîma apartayd ya nijadperestîyê li Afrîkaya Başûr 27 sal ji temenê xwe di zindanê de bûrand. Di Sala 1994’ê de, ew bû yekem serokê reş li Afrîkaya Başûr.

Roja Pêncşemê ew dibe 95 salî.
XS
SM
MD
LG