Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Amerîkî: Îsraîlê Êrîşa Sûrîyê Kir


Bajarê Laziqîye.
Karbidestên Amerîkî dibêjin ku Îsraîlê di vê mehê de êrîşa bendera bajarê Laziqîye kir û bareke roketên Rûsyayê bo Sûrîyê kir armanc.

Ev cara çaremîn e ku Îsraîl di vê salê de êrîşa armancan li nav axa Sûrîyê bike.

Karbidestên Amerîkî gote tora CNN û rojnameya New York Times ku Îsraîlê li roja 5'ê Tîrmehê êrîşa bareke roketên Yakhont ya li dijî gemîyan kir.

Karbidestên Îsraîlî vê gotinê ne red dikin û ne jî piştrast dikin.

Îsraîlê li meha 1 û du caran li meha 5 êrîşa armancan li Sûrîyê kiribû.
XS
SM
MD
LG