Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şeş Bajarên Îraqê Rastî Teqîn û Êrîşan Hatin


Bi sedema tundûtûjîyan li seranserê Îraqê, herî kêm 21 kes hatin kuştin.

Karbidestên Îraqî dibêjin di zincîreka teqînan de li bajarên başûra Bexdayê, bi kêmî ve 15 kes hatin kuştin.

li gorî polîsan, ew teqîn roja Yekşemê demekê kurt pêş îftarê qewimîn.

Di wan teqînan de çar kes li Kerbela, pênc kes li Nasirîyeh û şeş kes li Museyyib hatin kuştin. Herwiha bi dehan kes jî birîndar bûn.

Teqîn û êrîş herwiha li bajarên Kût û Besrayê jî qewimîn.

Li bakura Îraqê jî bi sedema hejmareke êrîşan bi kêmî ve şeş kes hatin kuştin, ku yek ji wan karbidestekî Îraqî bû.

Tundûtûjî li Îraqê di meha pîorza Remezanê de zêde bûye.
XS
SM
MD
LG