Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Amerîkî Serdana Misirê Dikin


Bill Burns.
Bill Burns.
Karbidestên hikûmeta Amerîkî li Misirê ne jibo encamdana gotûbêjan bi rêberên demkî yên wî welatî.

Cîgirê wezîrê derve Bill Burns mezintirîn karbidestê Amerîkî ku biçe Misirê piştî artêşê desthilata serokatîya Mihemed Mursî hilweşand.

Karbidestên Amerîkî daxwazê li rêberên Misirê dikin ku desthilatê bidin hikûmeteke hilbijartî ya sivîl, ku nûneratîya hemû pêkhatên gelê Misirê bike.

Wezareta Derve ya Amerîkî radigihîne ku birêz Burns jibo du rojan li Misirê dimîne û herwiha bi rêberên kardarî û civaka sivîl re kom dibe.
XS
SM
MD
LG