Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdar li Îraqê Melevanan Dikin Armanc


Bi sedema teqînan li seranserê Îraqê bi kêmî ve neh kes hatin kuştin, ku yek ji wan zarokekî 10-salî bû.

Êrîşa herî mezin ya roja Duşemê li dijî komeke xortan bû ku li rûbarê Dîcleyê li nêzîkî bajarê Samera melevanî dikir. Çekdaran bi topan êrîşa melevanan kirin û çar kes kuştin, ku yek ji wan zarok bû. Di wê êrîşê de herwiha 11 kesên din birîndar bûn.

Herwiha bi sedema teqîna otomobîlekê li bajarê Kerkukê, polîsek hate kuştin û 11 kesên din birîndar bûn. Demekê kurt piştî wê teqînê, êrîşberekî xwekuj bombeên xwe li xaleke vekolînê li nêzîkê Kerkukê teqand û du polîs kuştin.

Li başûra Bexdayê jî, çekdaran êrîşa xaleke vekolînê kirin û du leşker kuştin û çarên din birîndar kirin.

Tundûtûjî li Îraqê di meha pîorza Remezanê de zêde bûye. Her ji destpêka Remezanê vir ve, bi kêmî ve 140 kes hatin kuştin.
XS
SM
MD
LG