Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Hilbijartî yê Îranî bi Tundî Ahmedînejad Rexne Dike


Hesen Rûhanî
Serokê hilbijartî yê Îranî bi tundî hikûmeta serokê niha Mehmûd Ahmedînejad rexne kir.

Di gotarekê de roja Duşemê, Hesen Rûhanî got ku hindek beşên sereke yên aborî ya welatî gelek xirabtir in bi hevberkirin ligel ragihandina fermî ya hikûmeta Ahmedînejad.

Rojnameyên Îranî li ser zimanê Rûhanî radigihînin ku jibo tîma aborî ya Rûhanî xuya bû ku li sala 2005’ê heta 2012’ê, her sal bitenê 14,000 karên nû berdest bûn. Lê belê Ahmedînejad îdîa dikir ku hikûmeta wî bi sedan hezar kar berdest kirine.

Rûhanî li hilbijartina serokatîya ya 14’ê Hezîranê, wek heftemîn serokê Komara Îslamî ya Îranê hate hilbijartin û li meha Tebaxê wek serok karê fermî yê xwe destpê dike.
XS
SM
MD
LG