Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Diplomatê Amerîkî bi Rêberên Misirê re Civîya


William Burns li Qahîrê ligel serokê demkî yê Misirê Adli Mansûr kom bû, Duşem, 15'ê Tîrmehê, 2013.
William Burns li Qahîrê ligel serokê demkî yê Misirê Adli Mansûr kom bû, Duşem, 15'ê Tîrmehê, 2013.
Diplomatekî mezin yê Amerîkî daxwaz ji rêberên arêşa Misir û hikûmeta demkî dike ku piştrast bikin Misir ber bi demokrasîyê ve diçe.

Cîgirê wezîrê derve yê Amerîkî William Burns roja Duşemê got ku Washington piştgîrîya alîyekê bitenê nake li Misirê.

Birêz Burns mezintirîn karbidestê Amerîkî ye ku serdana Misirê bike piştî artêşê desthilata serokatîya Mihemed Mursî hilweşand.

Neyarên Mursî Washingtonê bi piştgîrîya serokê Îslamî tometbar dikir dema desthilat di destê Mursî de bû. Niha, alîgirên Mursî Washingtonê bi piştgîrîya darbeya li dijî yekemîn serokê hilbijartî yê Misirê tometbar dikin.

Cîgirê wezîrê derve roja Duşemê li Qahîre bi karbidestên artêş û hikûmeta demkî re civîya.
XS
SM
MD
LG